research article

ANALÎZEKE KLASÎK LI SER ROMAN SPÎTEMA

Abstract

Di vê xebatê de, romana Spîtama ku ji hêla Rênas Jiyan ve hatiye nivîsîn, hate nirxandin. Ev roman, romaneke biyografîk e ku li ser jiyana Spîtamayê pêxember radiweste. Ev roman ji hêla vebêjer, bergeh, leheng, tîp, ziman, zeman, mekan û fikir ve hatiye nirxandin. Ev nirxandin, bi awayek klasîk hatiye kirin loma jî li ser hêmanên bingehîn yên romanê hatine sekinîn. Me xwestiye em hîn bibin ka gelo li gor rêbazên romannivîsînê, di vê romana xwe ya ewil de nivskarê romanê çiqas serkeftî bûye û gihiştiye standardên romannûsiya dunyayê ya îro yan na? Me dît ku ev romana biyografîk, ne bi endîşeyên roj û dema romanê ve, lê bi endîşeyên dunyaya nûjen ve hatiye nivîsîn

    Similar works