research article

Heyranok ji Hêla Ziman, Şêwaz û Naverokê ve: Nimûneya Herêma Wanê

Abstract

“Heyranok” yek ji cureyên edebiyata Kurdî ya gelêrî ye. Di nav keresteyên edebiyataKurdî ya gelêrî de heyranok li gorî ziman, şêwaz û naveroka xwe hêjayî gelek vekolînû analîzan e. Xebata me li ser heyranokên li herêma Wanê hatine berhevkirin hûrdibe û hewl dide ku van heyranokan analîz bike.Me di serî de pênaseya heyranokêkir û di pey re li gorî herêmên ciyawaz navên ku ji bo heyranokê têne bikaranîn tesbîtkirin. Paşê, heyranok di çarçoveyeke zanistî de, li gorî rê û rêbazên zanista çand,folklor û edebiyatê ji hêla ziman, şêwaz, naverokê ve hatin analîzkirin. Di encamêde hat dîtin ku heyranok kurtehelbestên lîrik in û ji bo heyranê têne gotin. Heyranokberhemeke anonîm e. Mijara heyranokan evîn û evîndarîye. Heyranok bi zimanekî sade hatine honandin.</p

    Similar works