Yek ji temayên bingehîn ên vegêranên gelêrî arîşeya navbera bav û kur e ku di cureyên mîna mîtos, destan, efsane û çîrokên gelêrî de xuya dibe. Bav û kur wekî du karakterên dijber li ser nakokî û tengejeyekê di nav çîroksaziya berhemê de dikevin nav rikberiyê. Di encama vê arîşeyê de astengiya ku bav çê dike bi awayekî ji holê radibe û kur dikemile û şûna bav digire. Arîşeya navbera bav û kur di nav teorî û pênaseyên mîtologan de jî cih girtiye, û kesên mîna Otto Rank, Lord Raglan û Joseph Campbell ev tema di şiroveyên xwe yên derbarê leheng de bi kar anîne. Di nav vegêranên gelêrî yên Kurdî de destan û çîrokên ku li dora vê temayê hatine honandin hene û çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî jî nimûneyek ji wan çîrokan e. Di vê xebatê de me analîza vê çîrokê li dor nêrînên mîtologên navborî pêk anî û arîşeya bav û kur a di çîrokê de şirove kir. Di encamê de ji me re diyar bû ku di nav vegêranên Kurdî û yên cîhanê de ji hêla temaya arîşeya bav û kur ve hevsengiyeke naverokî heye û çîroka Hesen, Şêrhesen û Gulperî jî kêliyeke vê hevsengiyê ye