Tecwîd, îlmê fonetîka Qur’anê ye. Mijara wê li gor metoda alimên Qîraetê xweşxwendin û duristxwendina Qur’anê ye. Mirov bi saya wê dikare Qur’anê li gor fonetîka Ereban bixwîne. Weke ku tê zanîn sehabeyekî Kurd bi navê Caban el-Kurdî (r.e.) heye. Lawê wî yê ku navê wî Meymûn el-Kurdî ye (r.e.) katibê mushefê bûye. Dema mirov li mijara îlmê resmê mushefê dinêre mirov dibîne ku têkiliya wê bi Qîraetê ‘Eşere re heye ku tecwîd jî beşek ji vî îlmî ye. Loma mirov dikare bibêje alimên Kurdan hîn ji serdema Îslamê ya ewil ve xizmeta vî îlmî kirine. Ji bilî Meymûnê Lawê Caban, Mehdî b. Meymûn el-Kurdî (w. 171/787-788) jî yek ji alimên Kurdan e ku xizmeta vî îlmî kiriye. Lewra Mehdî di heman demê de seydayê Ye‘qûb el-Hedremî (w. 205/821) yê ku îmamekî ji deh îmamên qîraetê ye. Lê mixabîn tevî ku alimên me hem di vî warî de hem jî di warên îlmên Îslamî yên din de bi piranî bi Erebî kitêb nivîsine. Bi qasî ku em dizanin yê cara ewil bi Kurdî tecwîd nivîsiye Mela Xelîlê Sêrtî ye (w. 1259/1843). Loma me di vê gotarê de ji Mela Xêlîl û vir ve behsa 40 tecwîdên Kurdî kire. Piraniya van tecwîdan bi Kurmancî bin jî çend hebên Soranî û yeke Zazakî jî di nava wan de heye. Li gor agahiyên em gihaştinê jimara tecwîdên Soranî bêtir bin jî ne mimkin bû me qala temamê wan bikira. Loma weke nimûne me tenê behsa çend heban kir