Mijara vê gotarê di çarçoveya niqaşên derbarê cureyê de nirxandina gengeşiya binavkirina “hikayeyên gelêrî” û “destan”ê ye di edebiyata kurdî ya gelêrî de. Mijara cureyan û binavkirina wan di nav xebatên folklorê de mijareke giring e. Hîna di destpêka xebatên folklorê yên sedsala 19mîn de, di kongreyan de ev mijar tên niqaşkirin û ceribandinên polînkirinan jî tên dîtin. Li ser berhevkariyên berfireh ên cîhanê û bi nêrînên teorîk ên nû, di salên 1950î û vir de û bi taybetî jî di salên 70yî de ev niqaş berfireh dibin, gotar û pirtûk tên weşandin. Ev xebat û nêrînên folklornasên navnetewî ji bo yên kurdî jî dê sûdewer bin. Herçiqas dîroka xebatên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî bigihije destpêka sedsala 20emîn jî û di vê navberê de berhevkarî bê kirin jî, niqaşên derbarê mijara cureyê de zêde xuya nakin. Li hêla din, li Tirkiyeyê bi avakirina beşên Ziman û Edebiyat/Ziman û Çanda Kurdî re xebaten akademîk ên têkildarî folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî jî zêde dibin û di vê çarçoveyê de jî hewldan û ceribandinên binavkirin û polînkirina cureyan jî xuya dibin. Di van xebatan de bi taybetî mijara binavkirin û polînkirina destan û hikayeyên gelêrî serdest e. Di vê xebatê de pêşî me bi giştî berê xwe da niqaşên derbarê cureyê di qada folklorê de. Piştre jî me têkildarî mijarê rewşa edebiyata kurdî ya gelêrî bi kurtasî nirxand. Hewldan û ceribandina binavkirin û polînkirina vegêranên gelêrî û bi taybetî ya destan û hikayeyên gelêrî di vê çarçoveyê de hatine nirxandin. Dîsa di vê çarçoveyê de bi sûdwergirtina ji xebatên folklornasên cîhanê û gelên cîran em li ser gengeşiya binavkirina “destan” û “hikayeyên gelêrî” rawestiyan, me xebatên vê dawiyê yên têkildarî mijarê nirxandin û herweha nêrînên xwe anîn zimên. Di dawî de jî ji bo proseya binavkirin û polînkirina cureyên edebiyata kurdî ya gelêrî me pêşniyazên xwe rêz kirin