Yaşar Kemal mîna nivîskarên trajedîyan ji rewşa trajîk ya ku di puxta jîyanê da heye têdigihîje û wê di cureya romanê da diceribîne ku yek ji wan, romana Yılanı Öldürseler e. Ew, di vê romanê da ji rûdaneke ku hatiye jîyîn sûd werdigire û wê vediguhêzîne cîhana honakê. Berhemên ku rewşa trajîk ya jiyanê radigihînin hêmanên berberî, hilbijartin, çalakî, êş û wêranîyê dihewînin. Kemal rewşa trajîk ya vê romanê li ser bingeha berberî, êş û wêranîya meriv û civakên eşîrê yên sedsala 20em yên ku koçê Çukurovayê kirine, saz dike ku meriv û civaka Kurd parçeya wê ya herî giring in. Ew di vê romanê da di navbera takekes û civakê da berberîyek ava dike. Ew, nasnameya karakterên xwe di nav pergala zayendî ya eşîrî da ava dike û karakterên romanê di navbera nirx û zagonên civakê, hest û helwestên wan ên takekesî da dixe nav berberîyekê. Kemal bi vê romanê ji alîyekî va rewşa trajîk ya jîyanê bi xwîneran va dide têgihîştinê ji alîyê din va jî rewşa trajîk ya meriv û civakên ku hilgirên nirxên eşîrê ne û bi zagonên eşîrê va hatine dorpêçkirin, pêşkeş dike