Çîroka
Leyla û Mecnûnê bi rêya Edebîyata Ereban û Farisan xwe gihandîye Edebîyata
Kurdan. Ev çîrok, cara ewil ji alîyê Nîzamîyê Gencewî va bi têşeya mesnewîyê, bi
zimanê Farisî hatîye nivîsandinê û ji 4600 malikî zêdetir e. Di edebîyat Kurdî
da gelek helbestvanan ev çîrok bi rengê helbestê hûnandine û dîyarîyî edebîyata
Kurdî kirine. Ji wan helbestvanan yek jî helbestvanê Sewadî ye. Di her du
berheman da jî karekterek bi navê “Newfel” heye.
Di
vê gotarê da emê bi kurtasî behsa jîyana her du helbestvanan bikin, çîroka
Leyla û Mecnûnê bidin nasîn û di her du berheman da karektera “Newfel” û sahneyên
“Newfelî” çawa derbas dibin bikin û li gorî hûnandina çîrokê her du berheman berawird
bikin