1 research outputs found

    DUCEMSERIYA REALÎZMA SOSYALÎST DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO Û HECIYÊ CINDÎ DE

    No full text
    Realîzma sosyalîst navê polîtîkaya fermî ya edebiyata Sovyetê ye ku ji salên 1930î heta dawiya Sovyetê li seranserî vî welatî edebiyateke hevşêwe afirandiye. Edebiyata kurdî ya Sovyetê jî di vê maweyê de li ser vê bingehê û di bin karîgeriya vê rêbaza edebî de hatiye berhemanîn ku bi giştî xwe dispêre civaka kurdên êzîdî. Di vê gotarê de sê romanên Erebê Şemo û romana Hewarîyê ya Heciyê Cindî di vê çarçoveyê de tên nirxandin. Lewra Erebê Şemo û Heciyê Cindî wek du nivîskarên pêşeng ên vê edebiyatê di çarçoveya rêbaza ducemseriya realîzma sosyalîst de romanên xwe dikin zemîna berawirdkirina feodalîzm û sosyalîzmê û piştgiriya bicihkirina bernameya damezirandinê ya sosyalîst dikin. Bi vê mebestê di romanên xwe de mijarên zordariya feodalîzmê û rizgarkeriya Şoreşa Bolşevîk, adetên xirab ên feodalîzmê û azadîxwaziya sosyalîzmê, nezaniya serdema feodal û ronakgeriya Sovyetê, paşdemayîna feodalîzmê û pêşketina aboriya sosyalîst berawird dikin û bi vê rêbaza xwe dibin nerîtdanerên edebiyateke yekdeng û yekreng di edebiyata kurdî ya Sovyetê de
    corecore